Kanala ROJAVA TV

BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA JINÊ SÎWANA PARASTINA HEMÛ JINAN E

Têkildarî girîngiya vekirina Biryargeha Navendî Ya Parastina Jinê ji fermandarên YPJ’ê Destîna Heleb ji RojavaTV re got: biryargeh ji bo yekirin û rêxistinbûna hêza jinan hate avakirin.

Ji Nîsana 2013’an ve bi bîrewariya kûr ya ku ji meşa Besê û Sarayan bingeheke xurt girtî, YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê hate vekirin.

Şervanên YPJ’ê ji Silava ta bi Hêvîyan her dem li ber xwe didin û gavên giring diavêjin. Di çarçoveya wan gavan de bi pêşengiya YPJ’ê 21’ê vê mehê Biryargeha Navendî Ya Parastina Jinê hate avakirin.

Têkildarî girîngiya vekirina Biryargehê ji fermandarên YPJ Destîna Heleb ji RojavaTV re got: biryargeh ji bo yekirin û rêxistinbûna hêza jinan hate avakirin.

Her wiha Destîna Heleb tekez kir ku vekirina biryargehê peyama dawîanîna li hemû cure tundiya li ser jinan e.

Yek ji biryarên girîng yên ku di konferansa 4’an a YPJ’ê de hate girtin; avakirina Biryargeha Navendî Ya Parastina Jinê bû. Ji îro û şûn ve dê ev biryargeh bibe sîwana parastina hemû jinan û destkeftiyeke nû li şoreşê zêde kir.