Kanala ROJAVA TV

LI GELEK BAJARÊN HERÊMÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ MEŞ HATIN LIDARXISTIN

li bajarên Kobanê, Reqa û Helebê jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di meşand banga têkoşîna hevpar a jinan a kirin.

îro li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û bi dirûşmeya “bi Fesefeya Jin, Jiya, Azadî, xwe biparêze” meşên girseyî hatin lidarxistin

Bi sedan xelkên bajarê kobanê ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan û banag bilindkirina têkoşînê, meşek girseyî li darxistin.

Meş bi beşdariya xelkê bajêr, saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgerên Jinan, Saziyên Civaka sivîl, xwendekarê dibistan û zanîngha kobanê li dar ket.

Meş ji qada şehîd egîd destpêkir û li qada jina azad veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hat gotin ku, ew ê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî li dagirkerî û li desthilatdariyê bînin.
li bajarê Reqayê jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, meşek li darxistin.

Bi sedan endamên kongra star, saziyên rêveberiya xweser û xelkên reqayê beşdarî meşê bûn.

Meş ji herêma kesrat dest pê kir û ber bi navenda bajarê reqayê ve çû.

Li navenda bajêr meş veguherî mîtîngê. di mîtîngê de hat gotin ku, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêz û îradeya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin.

Her wiha bi hezaran xelkên bajarê Helebê bi dirûşmeya “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Biparêze” meşek girseyî li darxistin û bi dengekî bilind gotin, na ji tundiya li ser jinê re.

Meş ji hola 8’ê adarê dest pê kir û li cebanet veguherî mîtîngê.

Di mîtingê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin. Axêveran anîn ziman ku heta misogerkirina azadiya hemû jinan û avakirina jiyaneke wekhev û demokrat ew ê her tim li ser piya bin.

Li bajarên Kurdistan û cîhanê jinan bi çalakiyên cuda 25’ê Mijdarê pêşwazî kirin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinan.