Kanala ROJAVA TV

BI HEZARAN JINÊN CIZÎRÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ DAKETIN QADAN

Li bajarên kantona Cezîrê, bi boneya 25’ê mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê meşên mezin hatin lidarxistin.
Jinan di peyamên xwe de destnîşan kirin ku rêya herî baş a bidawîkirina tundiyê, bilindkirina asta têkoşînê û hişyarkirina civakê ye.

25’ê Mijdarê ji aliyê Civaka Giştî ya Netewên Yekbûyî ve weke “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ” hatiye destnîşankirin.

Bi boneya vê rojê, îro jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi meş, çalakî û daxuyaniyan tundiya li ser jinan şermezar kirin.

li bajarê Qamişlo meşeke girseyî ji aliyê jinan ve hat lidarxistin.

Meş ji çarxeriya osman sebrî dest pê kir û li qada Ş.Rûbar vegerandin mîtîngê.

Di mîtingê de axaftin li ser navê Kongra Star hat kirin. axêveran têkoşîna jinên cîhanê ya li hemberî tundî û nepejirandina hebûna jina azad silav kirin her wiha ji bo pêkanîna azadiya jinê banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin.

Bi heman armancê li bajarê Girkê Legê jî, jin bi girseyeke mezin herikîn qadanز

Meş ji qada şehîd Xebat dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve bi rê ket.

Jinan di meşê de bankertên bi serenavên ” jin jiyan azadî” na ji tundiyê” re hildan.

Jinên Girkê Legê di peyamên xwe de destnîşankirin ku divê hemû cureyên tundiyê bêne rakirin û mafê jinan a beşdarbûna hemû qadên jiyanê were parastin.

Her wiha li bajarê Hesekê jî bi hezaran jin û mêrên ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Şedadê, Hol û Til Birakê yên kantona Cizîrê, meşeke girseyî li dar xistin.

Di meşê de axaftin li ser navê kongra star û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk hat kirin.

Di axaftinan de ji bo bidestxistina mafên jinan banga bilindkirina têkoşînê li jinan hat kirin.

Jinên Hesekê di dawiyê de anîn ziman ku ew ê rê nedin binpêkirina mafên jinan û ewê bi hev re ji bo avakirina civakek azad li ber xwe bidin.