ÎRO 25’Ê MIJDARÊ ROJA CÎHANÎ YA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN E
Îro 25’ê mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e.
Di vê derbarê de Berdevka Komîteya Dîplomasiya Kongra Star Rîhan Temo dibêje, 25’ê Mijdarê rêya xilasiya ji bindestiyê û avakirina civakeke wekhev perwerde ye.
Rêvebera Komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Rohilat Muslim jî da zanîn ku, têkoşîna wan ya li hember tundûtujiyê dê dewam bike.
Îro 25’ê mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Dîroka vê rojê vedigere 25’ê Mijdara 1960’î dema ku xwişkên Mîrabel bi rengekî hovane ji aliyê desthilata Domînîk ya wê demê ve tên qetilkirin.
Piştî derbasbûna 30 salan Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1999’an de 25’ê Mijdarê weke roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pejirand.
Di sedsala 21’emîn de jinên Kurd û bi taybetî jinên şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya ramanên Rêber APO serkêşiyê ji guhertin û qonaxên dîrokî re dikin.
Berdevka Komîteya Dîplomasiya Kongra Star Rîhan Temo dibêje, rêya xilasiya ji bindestiyê û avakirina civakeke wekhev perwerde ye.
Rêvebera Komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Rohilat Muslim jî da zanîn ku, têkoşîna wan ya li hember tund û tujiyê dê dewam bike.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya pergala hevserokatiyê û vekirina akademiyan tundûtûjî tê jinavbirin û tovê wekheviyê her ku diçe xurtir dibe û rehên xwe li her derê belav dike.