XELKÊN QAMIŞLO FERMANDAR HÊVÎ UMUT Û ŞERVANÊ QSD’Ê HEQÎ QAMIŞLO OXIR KIRIN
Cenazeyên Fermandara YPJ’ê Hêvî Umut û şervanê QSDˈê Heqî Qamişlo bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û Amûdê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPJ’ê û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Her wiha hate gotin, gelê herêmê dê bi sekn û hêza xwe ya berxwedêr li hember êrîşan li ber xwe bide û planên dagirkeran têk bibe.
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên her du şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hate oxirkirin.