LI REQAYÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ PÊŞBIRKEKE BISKILÊTAN HAT LIDARXISTIN
Nivîsgeha Jin ya Konfedraliya rêxistinên civaka Demokratîk bi boneya 25’ê mijdarê û bi hemahengiya desteya ciwan û werzîşê pêşbirkeke biskilêtan li dar xist.
Bi dehan jinên ciwan beşdarî pêşbirkê bûn.
Beriya ku pêşbirk were destpêkirin axaftin hatin kirin û hate gotin, divê jin bi temamê rê û rêbazan li dijî tundiyê têbikoşin û rola xwe di hemû qadan de bilîzin.
Piştre pêşbirk hate destpêkirin û di dawiyê de beşdar hatin xelatkirin.