Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK BI AWAYEKÎ ROJANE ÊRÎŞÎ GUNDÊN KANTONA EFRÎN- ŞEHBAYÊ DIKE

Koçberên Efrînî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e.
Her wiha koçberên Efrînî bang li rêxistinên navdewletî dikin ku li hember êrîşên dagirkeriyê bertekên tund nîşan bidin.

Piştî dagirkirina bajarê Efrînê di adara sala 2018’an de, welatiyên Efrînî ji bo dabînkirina jiyaneke ewle berê xwe dan bajarê Şehbayê.

Lê li Şehbayê jî rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça giran a Hikûmeta Şamê tên.

Dewleta Tirk bi awayekî rojane êrîşî gundan û derdora kampên koçberan Efrînî dike, lê tevî wê yekê jî ew her li ber xwe didin.

Koçberên Efrînî dibêjin, armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha koçberên Efrînî bang li rêxistinên navdewletî dikin ku li hember êrîşên dagirkeriyê bertekên tund nîşan bidin.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve cara duyemîn e bi awayekî dijwar êrîşî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di encamê de bi dehan saziyên xizmetê hatine rûxandin.