DESTEYA JIN A MINBICÊ ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN PÎROZ KIR
HIND DAGISTANÎ- CÎGIRA HEVSEROKATIYA MECLISA GELAN A DEMOKRATÎK- MINBIC
Desteya Jin a kantona Minbicê bi boneya roja cîhanî ya zarokan û bi dirûşma “mafê her zarokekî heye” şahiyek li dar xist.
Şahî li Hola Çand û Hunerê ya bajêr bi beşdariya saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan, hejmarek ji zarokan û malbatên wan li dar ket.
Di şahiyê de li ser navê Nivîsgeha Parastina Zarokan û Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê axaftin hatin kirin.
Paşê komên Komeleya Çerkes û zarokên Desteya KarûBarên Civakî, Nivîsgeha Parastina Zarokan, Baxçeya Şems El Emel, stran û dîlan pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de, kom û zarokên beşdar hatin xelatkirin.