Kanala ROJAVA TV

FORÛMA PIRSGIRÊKÊN KÊMNETEWEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LI QAMIŞLO LI DAR KET

Yekemîn forûma pirsgirêkên kêmneteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; bi sponseriya Komeleya Te’azor û bi hemahengiya rêxistinên sivîl ên li herêmê, li bajarê Qamişlo li dar ket.

Parastina hebûna kêmneteweyan , ziman, beşdariya girtina biryarên siyasî ji xalên sereke bûn ku di forûmê de hatin nîqaşkirin.

Parastina mafên kêmneteweyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hêzkirina wan di warê beşdarbûna di biryardayinê de, yek ji girîngtirîn mijaran e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidestxistina wê dixebite.

Li ser vê yekê li bajarê Qamişlo, bi amadebûna bi dehan rêxistinên civaka sivîl û nûnerên hemû pêkhate û olên herêmê, Yekemîn Foruma pirsgirêkên kêmnetewên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo li dar ket.

Di vê çarçoveyê de endama Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryaniyan Miryana Îsa ji Rojava TV re axivî û çend xalên civînê eşkere kir.

Ji aliyê xwe ve, hevseroka yekîtiya rewşenbîrên kantona Cizîrê Anahîta Sîno ragihand, mijara herî hestiyar ku beşdaran behsa wê kiriye, mijara ola Êzdayetiyê ye ku di dirêjahiya dîrokê de rastî paşguhkirinê hatiye.

Yekemîn Foruma Pirsgirêkên Kêmneteweyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nîqaşên xwe de rewşa civakî û mirovî ya li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî ji bîr nekir.

Beşdaran destnîşan kirin ku li van herêman cureyên asîmîlasyon û tirkkirinê ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve tên kirin.