GULISTAN ELÎ: PÊWÎST E RÊXISTINÊN MIROVÎ ALÎKARIYÊ PÊŞKÊŞ BIKIN
GULISTAN ELÎ- BERDEVKA ŞANEYA KRÎZÊ YA PENABERÊN LUBNANÊ
Ji destpêka şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de zêdetirî 20 hezar penaberên Sûrî berê xwe dane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
berdevka şaneya krîzê Gulistan Elî ji Rojava TV re dibêje, wan penaber di nava 3 kampan de bi cih kirine.
Her wiha bang jî li rêxistinên navdewletî dike ku alîkariyê pêşkêşî penaberan bikin.
Ji dema destpêkirina şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de, pêleke zêde ya derbideriyê çêbûye.
Piraniya penaberên Sûrî yên li Lubnanê berê xwe didin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Li gorî amarên şaneya krîzê ya Rêveberiya Xweser ta niha zêdetirî 20 hezar kesî berê xwe dane herêmê.
Derbarê hatina penaberan de berdevka şaneya krîzê Gulistan Elî ji Rojava TV re dibêje, wan penaber di nava 3 kampan de bi cih kirine.
Her wiha Gulistan Elî bang li rêxistinên navdewletî dike ku alîkariyê pêşkêşî penaberan bikin.
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane rastî êrîşên Tirkiyê tê û di bin dorpêçeke giran de ye, lê tevî wê jî ji bo penaberan bûye landika herî aram û bi ewle.