DESTEYA JIN A REQAYÊ BI ŞAHIYEKÊ ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN PÎROZ KIR
Desteya Jin a Kantona Reqayê îro bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan şahiyek ji zarokên Reqayê re li dar xist.
Şahî li navenda çand û hunerê ya li bajêr li dar ket.
bi dehan zarok û malbatên wan, nûnerên Meclîsên Rêveberiya xweser, saziyên sivîl û malbatên şehîdan beşdar bûn.
Di şahiyê de axaftin ji aliyê Desteya Jin û Meclîsa cîbcîkar a kantonê ve hat kirin û tê de tekezî bi girîngiya parastina mafên zarokan hat kirin.
Di şahiyê de şanoya bi navê” Ez Mafên xwe Dixwazim” hat pêşandan, her wiha zarokan dîlan gerandin û helbest hatin xwendin.