MECLÎSA JINÊN SÛRIYÊ A REQAYÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ PANELEK LI DAR XIST
HÎBA MIHEMED- JI RÊVEBERÊN MECLÎSA JINÊN SÛRIYÊ
Meclîsa Jinên Sûriyê bi hemahengiya Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzhatina 25’ê mijdarê panelek diyalogê li dar xist.
Panel bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî, xwe biparêze”l i avahiya Meclisa Jinên Sûriya ya li bajarê Reqayê hate lidarxistin.
Di panelê de kesayetên ji partiyên siyasî, Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran, Meclîsa Sûriya Demokratîk û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.
Di panelê de tundiya li ser jinan û cureyên wê, yên weke zewaca temen biçûk, pirsgirêka pirzewacî, tundiya fizîkî û derûnî hatin nirxandin.
Panel bi nîqaşên beşdaran li ser diyardeya tundiyê û çawaniya bidawîkirina tundiyê bi dawî bû.