Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ PÊŞBIRKA BISKLÊTAN LI KOBANÊ HATE LIDARXISTIN‎

çalakiyên 2ˋyemîn Festîvala Wêjeyê ya bi diruşma “Wêje bi pênûsên Sûriyeyê” li reqa hatibû lidarxistin, ‎di roja 3’emîn de bi dawî bûn.‎
Di roja 3ˋyemîn û dawî ya festîvalê de endamên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser, , nûnerên ‎Rêveberiya Xweser, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê, gelek ‎helbestvan û nivîskarên ji Reqayê, beşdar bûn.‎
Di roja 3ˋyemîn de bi zimanên Kurdî û Erebî helbest û kurteçîrok hatin xwendin, paşê sînevîzyonek hat ‎pêşkêşkirin.‎
hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman axivî û keda ku Desteya ‎Çandê bi sernavê “Wêje bi pênûsên Sûriyeyê” pêşkêş kiriye pîroz kir. ‎
Di dawiyê de Desteya Çandê helbestvan û nivîskarên astên yekemîn di her beşekî de bidestxistine ‎xelat kirin.‎