Kanala ROJAVA TV

⁣NEXWEŞXANEYA ŞEWAT Û TELASÎMIYA ZÊDETIRÎ 220 ZAROKÎ DERMAN DIKE

Nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiya ya Heyva Sor a Kurd di 2023 de li bajarê Qamişlo hate vekirin û rastî pêşwaziyeke zêde ya xelkê herêmê tê.

Nexweşxaneya Şewat û Telasîmiya zarokan jî pêşwazî dike û zêdetirî 220 zarokî derman dike .

zarokên ku li nexweşxanê tên dermankirin jî ji tevahiya herêma bakur û rojhilatê sûriyê ne.

Nûr Mihemed hebîb ya ji bajarê Qamişlo ku 2 zarokên wê di nexweşxaneyê de tên derman kirin ji ROJAVA TV re got, barê zarokên me û êşa wan li vê nexweşxaneyê kêmtir bû ye.

Rêvebera nexweşxaneyê Hediya Abdullh, behsa giringiya avakirina nexwşxaniyê û bandora wê ya erînî li ser nexweşan kir.

Hedeiya abdullah di nava axaftinên xwe de got , ew ji ber nebûna derman û amûrên pêwîst, astengiyan di lênêrîna tenduristî de dibîne û ji bo tedawîkirina zarokan pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Nexweşxaneya Şewat û Telasîmiya tenê bi dermankirina zarokan re sînordar nemeya lê, Ji bo kêfxweşiya zarokan odeyeke lîstokan di nava nexweşxaniyê avakirye.