ŞÊNIYÊN HESEKÊ PERGALA QIRKIRINÊ YA LI ÎMRALIYÊ ŞERMEZAR KIRIN
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê daketin qadan, pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin û bersiva silava Rêber APO dan.
Meşê bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, ji pêşiya çerxerêya kevokê dest pê kir û heta taxa Miftî berdewam kir.
Li wir axaftin hatin kirin û hate gotin, peyama Rêber APO hêviyeke geş di Kurdistan û Rojhilata Navîn de da avakirin.
Her wiha hate diyarkirin ku, heta Rêber APO azad nabe, ti carî aştî û çareserî pêk nayê.
Beşdarên meşê tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê heta pêkanîna zadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.