Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ KOBANÊ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN

Li bajarê Kobanê roja cîhanî ya zarokan ji aliyê ofîsa parastina zarokan ve bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigre.

Bi boneya roja cîhanî ya zarokan ofîsa parastina zarokan ya girêdayî desteya jin a kantona Firatê, şahiyek ji zarokên bajarê Kobanê re li dar xist.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û roja cîhanî ya zarokan hate pîrozkirin.

Her wiha komên hunerî yên zarokan derketin ser dikeyê û berhemên xwe yên balkêş pêşkêşkirin.

Cîgira seroka desteya jin ya kantona Firatê Narîn Zade dibêje, armanca wan kêfxweşkirina zarokan e.

Rêvebera ofîsa parastina zarokan ya kantona Firatê Xûnav Bozan jî diyar dike ku, rewşa zarokên herêmê ji ber êrîşên Tirkiyê di nîgeraniyê de ye.

Di dawiyê de komîteya amadekar pirsên rengereng ji zarokan pirsîn û xelat li komên beşdar belav kir.