BI SEDAN MÊRÊN EFRÎN-ŞEHBAYÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ DAKETIN QADAN
bi sedan mêrên kantona Efrîn-Şehbayê bi boneya 25ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, meşek li dar xist.
Meş ji têketina navçeya Fafînê dest pê kir û bi berizkirina dirûşmên “Na ji tundiyê re “ber bi Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos ve bi rê ket.
Di meşê de bi sedan mêr, Endamên saziyên sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.
Meşvanan pankartên “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” hildan.
li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos meş vegerî mîtîngê û têde axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de tekezî li ser mezinkirina têkoşînê ya li hemberî tundiyê hat kirin.