JINÊN FIRATÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN
Jinên bajarê kobanê pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber APO şermezar kirin û tekezî bi mezinkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Ji 25`ê adara 2021`an ve, desthilata Tirk têkiliya Rêber Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re qedexe kiriye.
Piştî 4 salan, parlementerê Dem Partî yê Rihayê, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû li gel Rêber APO pêk anî.
Omer Ocalan piştî hevdîtinê peyama Rêber APO ku tê de dibêje tecrîd berdewam e” weşand.
jinên bajarê kobanê pergala êşkenceyê ya li dijî rêber apo şermezar kirin û tekezî bi mezinkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin.
jinên kobanê di nava axaftinên xwe de gotin, divê hemû jin ji bo azadiya rêbertî çalakiyan li dar bixin.
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê her heftiyê du caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin.
lê hevdîtin bi hinceta cezayê disiplînê, tên astengkirin.