Kanala ROJAVA TV

2 SAL DI SER ŞEHADETA ROJNAMEVAN ÎSAM EBDULLAH RE DERBAS BÛN

2 sal di ser şehadeta Rojnamevan û nûçegihanê ANHA yê Îsam Ebdullah re derbas bûn .

Di salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Îsam Ebdullah de, hevreyên wî soza domandina lêgerîna li heqîqetê dan.
Dewleta Tirk a dagirker şeva 19`ê Mijdara 2022`yan de gundê Teqil Beqil ê Dêrikê bombebaran kir.

Dema ku welatî ber bi cihê bombebaranê ve diçûn da ku birîndaran rizgar bikin, dewleta dagirker careke din welatî bombebaran kir û komkujiyek pêk anî.

Di encamê de nûçegihanê ajansa Nûçeyan ya Hewarê Îsam Ebdullah jî di nav de 11 welatî şehîd bûn.

Şehîd Îsam bi kamera û pênûsa xwe di dirêjahiya xebata xwe de bênavber hewl da êrîş û planên qirêj ên dijî destkeftiyên gelê herêmê teşhîr bike.

Di salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Îsam Ebdullah de, hevreyên wî soza domandina lêgerîna li heqîqetê dan.
hevreyên Şehîd Îsam anîn ziman ku, Şehîd Îsam tu carî westandin nasnedikir, hemû kêliyên jiyana xwe xistibû oxira derxistina heqîqetê.

Şehîd Îsam Di sala 2015’an de dest bi xebatên rojnamevaniyê kir û di rojnameya Ronahî de kar kir.
Di sala 2017’an de, derbasî xebatên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bû û rastiya şoreşê ji raya giştî ya herêm û cîhanê re ragihand.