Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ DERBARÊ ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN ŞAHIYEK LI DAR KET

Ofîsa parastina zarokan a desteya jin a bajarê kobanê îro bi boneya roja cîhanî ya Zarokan şahiyek li dar xist.
Şahî bi armanca kêfxweşkirina zarokan û dûrxistina wan ji rewşa şer li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê li dar ket.
Di şahiyê de zarokên Şehîdan û zarokên kampa Til Semen beşdar bûn.
zarokan çalakiyên hunerî weke stran û govend pêşkêş kirin.
Ofîsa parastina zarokan li kantona Firatê sala 2015 hat avakirin û ji bo parastina zarokan ji tundiyê karûxebatê dimeşîne.