Kanala ROJAVA TV

NEXWEŞXANEYA KOBANÊ ROJANE NÊZÎKA 400 NEXWEŞAN PÊŞWAZÎ DIKE

Nexweşxaneya Kobanê bi ekîba bijîşkên xwe yên pispor û xwedî tecrûbe, xizmetên tenduristiyê pêşkêşî welatiyan dike.

Rojane nêzîka 400 welatiyên deverê serdana nexweşxaneyê dikin û çareseriyên bijîşkî werdigrin. Deriyê nexweşxaneyê 24 demjimêran li pêşiya nexweşan vekiriye.

Rêveberê beşê destwerdana lezgîn ya nexweşxaneya Kobanê doktor Xorşîd Fehê ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya xebitandina nexweşxaneyê dike.

Doktor Xorşîd Fehê ji nexweşan daxwaz dike ku pabendî rênima û rêkarên tenduristiyê bibin û xwe biparêzin.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî bajarê Kobanê, piraniya binesaziya bajêr wêran û kavil bibû, lê di heyama 9 salên derbasbûyî de Rêveberiya Xweser û welatiyan ligel hev proseya jinûveavakirinê dest pê kirin.