ÇETEYÊN TIRKIYÊ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SÛCÊN HOVANE LI DIJÎ JINAN PÊK TÎNIN
25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan e, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye destnîşankirin.
Di demekê de ku cîhan vê rojê bi çalakiyan pîroz dike, lê li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, hemû cûreyên tundiyê û sûcên der exlaqî li dijî jinan pêk tên.
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn – Sûriyê Zeyneb Silêman got, li Efrîna dagirkirî jin rastî sûcên hovane tên, lê jin li hemberî vê neheqiyê her li ber xwe didin.
Her wiha Zeyneb Silêman bang li rêxistinên mirovî kir ku, li hemberî tundiya ku li dijî jinan li herêmên dagirkirî pêk tên, bêdeng nemînin û hesab ji dewleta tirk bê xwesetin.
Weke her sal jin bi cesaret û vîneke xurt tevî şert û mercên zehmet, êrîş û koçberiyê, 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin û ji bo rêgirtina li hember tuniyê têdikoşin.