Kanala ROJAVA TV

BAXÇEYÊ ZAROKAN YÊ MIŞTENÛR ZAROKÊN TEMEN BIÇÛK PERWERDE DIKE

FERÎDA EHMED - RÊVEBERA BEXÇEYÊ ZAROKAN A MIŞTENÛR

Baxçeyê Miştenûr yê girêdayî desteya karûbarên civakî û kedkaran ya kantona Firatê, zarokan pêşwazî dike û wan perwerde dike.

Di baxçeyê Miştenûr de 100 zarokên di navbera temenên 3 salî ta 6 salî de hatine pêşwazîkirin.

Zarok di baxçeyê Miştenûr de fêrî tîpên Kurdiyê û xwendina hejmaran dibin.

Her wiha ji bo kêfxweşkirina zarokan hejmarek çalakiyên hunerî jî tên lidarxistin.

Rêvebera baxçeyê zarokan Ferîde Ehmed behsa sîstema kar dike û dibêje, deriyê wan li pêşiya tevahî zarokan vekiriye.