Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR YA HELEBÊ PERWERDEYK JI MÊRAN RE VEKIRIYE

Kongar Star a Helebê di çarçoveya xebatên xwe yên di derbarê 25’ê mijdarê de perwerdeyek ji mêran re vekiriye.
Perwerde dê heyama 3 rojan bidome û tê de semînerên li ser hevjiyana azad, wekhevî û neteweya demokratîk werin pêşkêşkirin.

Bi armanca avakirina civakeke bîrewer û serwext, Kongar Star di çarçoveya xebatên xwe yên di derbarê 25’ê mijdarê de perwerdeyek ji mêran re li Helebê vekiriye.

Perwerde dê heyama 3 rojan bidome û tê de semînerên li ser hevjiyana azad, wekhevî û neteweya demokratîk werin pêşkêşkirin.

Beşdarekî perwerdeyê dibêje, ew xwe di çarçoveya ramanên Rêber APO yên azadiya jin de perwerde dikin.
Endama Akademiya Star Lavînye Mihemed jî diyar kir ku, armanca wan avakirina pergala bihevrejiyana azad e.

Kongra Star hevdem li gel nêzîkbûna 25’ê mijdarê li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên girseyî li dar dixe.