Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR LI ŞEHBAYÊ SEDEMÊN TUNDIYÊ BI CIVÎNEKÊ NÎQAŞ KIR

EMÎNA SILÊMAN- ENDAMA KOORDÎNASYONA KONGRA STAR

Kongra Star ya kantona Efrîn- Şehbayê di derbarê 25’ê Mijdarê de civînek li bajarokê Ehdasê li dar xist.
Bi dehan endamên Kongra Star, endamên saziyan û niştecihên bajarok beşdarî civînê bûn.
Civîn di bin sernavê Tundiya li dijî jinan, qirkirina komî ye, hate pêşkêşkirin û tê de sedemên bikaranîna tundiyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha çawaniya avakirina civakeke wekhev û jinavbirina tundiyê jî bûn mijarên giring ên nîqaşê.
Beşdarên civînê tekez kirin ku, pergala bihevrejiyanê rêbazên herî durust yên avakirina civakên serwext û zana ye.