MÊRÊN KANTONA FIRATÊ LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINÊ MEŞIYAN
Bi boneya nêzhatina roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê; mêrên Kantona Firatê daketin kolanan û meşyan.
Meş bi beşdarbûna bi sedan rêveber û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, saziyên sivîl û mêrên Kantona Firatê hat lidarxistin.
Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û bi berzkirina durişmên “Jin jiyan azadî, bijî berxwedana YPJ” li qada Aştiyê veguherî mêtîngê.
Di mîtîngê de deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat girtin, piştre Cîgira Hevseroketiya Encumena Cîbcîkar a Kantona Firatê “Mizgîn Xelîl” axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku bi saya tekoşîna Rêber APO jin ji tundiyê rizgar bûye.