Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ DERBARÊ ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN DE ÇALAKIYEK LI DAR KET

Mala Parastina Zarokan a bajarê Hesekê bi boneya roja cîhanî ya zarokan çalakiyek li dar xist.

çalakî li avahiya mala parastina zarokan a li taxa Mişêrfê ya Hesekê hat lidarxistin.

nûnerên meclîsa cîbcîkar, rêveberên desteyên jin, endamên ofîsên jin, ofîsa parastina zarokan û endamên mala parastina zarokan beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê komên hunerî yên stran û şano ku girêdayî mala parastina zarokane berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de roja cîhanî ya zarokan hat pîrozkirin û hat gotin ku, divê zarok ji şer, sûc û tundiyê werin dûrxistin û jiyaneke aram ji bo wan were avakirin.

Çalakî bi serdana beşdaran ji pêşengeha karê destan a zarokan re bi dawî bû.