NAVENDA HÊVÎ YA LI KOBANÊ BÛYE HÊVIYA PÊŞXISTINA ZAROKÊN ASTENGDAR
EZÎZE SALIH - RÊVEBERA NAVENDA HÊVÎ
Di sala 2016’an de bi armanca afrandina jiyanek xweş ji zarokên xwedî pêdiviyên taybet û pêşxistina wan di jiyanê de; Desteya Karûbarên Civakî navenda Hêvî vekir.
Di navendê de 40 zarokên ku xwedî pêdiviyên taybet in û mamosteyên pisklojîk hene.
Zarok li ser xwedina kurdî tên perwerdekirin û çalakiyên cihêreng ji bo wan tên lidarxistin.
Di navenda Hêvî de Zarokên ji temenê 6 salî heta 16 salî tên qebûlkirin.
Rêvebera Navenda Hêvî ya zarokên xwedî pêdiviyên taybet a kobanê Ezîze Salih behsa kar û xebatên xwe di navendê de kir.