Kanala ROJAVA TV

LI DÊRAZORÊ JI BO 25’Ê MIJDARÊ MEŞEKE GIRSEYÎ HAT LIDARXISTIN

Bi dehan jinên bajarê Meamil a Dêrazorê bi boneya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşeke girseyî lidarxistin.

meş bi dirûşma” Jin Jiyan Azadî, Xwe Biparêze” û bi beşdariya tevahî endamên sazî û desteyên kantona dêrazorê li dar ket.

Di meşê de daxwaza bidawîkirina hemû cûreyên tundiya li ser jinê hat kirin, her wiha bang li jinan hat kirin ku xwe birêxistin bikin û xwedî li hebûna xwe derkevin.

Meş bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû, tê de balkişandin ser girîngiya beşdarbûna jinan di qadên civakê de.