Kanala ROJAVA TV

RÊZIKNAMEYA MECLÎSA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ HAT PIJIRANDIN

SEMÎRA HEC ELÎ - HEVSEROKA DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YA RÊVEBERIYA XWESER

Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya damezrîner de rêzikname pijirand û hevserokê meclisê hilbijart.

civîna li avahiya Zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê hat lidarxistin û civîn 2 rojan dewam kir.

desteyên perwerdeyê yên 7 kantonan, Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, endamên Koordînasyona Meclisa Zanîngehan, yekitî û saziyên girêdayî perwerdeyê û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di roja duyemîn a civînê de rêziknameya Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
hat nîqaşkirin û pejirandin.

Paşê Mihemed Şahîn ji bo hevserokê Meclisa Perwerde û Fêrkirinê hat hilbijartin. Dê di demeke pêş de jî hevseroka meclisê were hilbijartin.