LI ŞEHBAYÊ TEVÎ DERFETÊN KÊM Û KOÇBERIYÊ SÎSTEMA KOMÎNAN LI PÊŞ E
Bi dagirkirina bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de, şêniyên Efrînê neçarî koçberiya li Şehbayê bûn.
Koçberên Efrînî tevî derfetên kêm, rewşa zehmet a koçberiyê û êrîşên domdar xwedî li sîstema xwe derketin û ji bo birêxistinkirina gel, careke din komînên ava kirin.
Di nava pergala komînan de komîte hatin avakirin û her komîteyek ji bo pêkanîna pêdiviyên sereke yê koçberan xebat meşandin.
Endamên Komînên kampa Berxwedan a li kantona Efrîn-Şehbayê behsa karûxebatên komînan û rola wan a birêxistinkirina civakê de kirin.
Endamên komînan di nava axaftinên xwe de anîn ziman ku ew di komînan de û bi hemû derfetên xwe ji bo pêşxistina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan têdikoşin.
Bi şoreşa rojavayê kurdistanê re li herêma bakur û rojhilatê sûriyê, pergala xweseriya demokratîk a li ser bingeha avakirina komînan û birêxistinkirina gel hat avakirin.
Li tevahî gund, navçe û bajaran komîn ku gel xwe tê de bi rêve dibe hatin avakirin.