Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê DI DERBARÊ 25’Ê MIJDARÊ DE KOMXEBATEK LI HELEBÊ LI DAR XIST

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo nîqaşkirina tundiya li dijî jinan, îro komxebatek li bajarê Helebê li dar xist.

Bi dehan endamên MSD’ê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de bandorên tundiyê yên li ser civakê hatin nîqaşkirin.

Her wiha behsa rola jinan ya di nava pergala Rêveberiya Xweser de jî hate kirin û hate gotin, jinan di nava Rêveberiya Xweser de roleke sereke û giring lîstine.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê hate kirin.