Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA JINÊN SÛRIYÊ BI PANELEKÊ SEDEMÊN TUNDIYA LI DIJÎ JINAN NÎQAŞ KIR

Di bin dirûşmeya “bi felsefeya jin jiyan azadî parastina xwe bike”, Meclîsa Jinên Sûriyê îro li kantona Minbicê penalek derbarê 25’ê mijdarê de li dar xist.

Bi dehan jinên ji sazîyên Rêveberiya Xweser û Kongra Star di panelê de amade bûn.

Di penalê mijarên sereke yên weke; tundî û sedemê wê û bandorên wê yên li ser derûniya jinê hatin nîqaşkirin.

Her wiha pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin, mafên jinan û hişmendiya civakê jî hatin goftogûkirin.

Di panelê de hate tekezkirin ku dê jin xwe bi felsefeya rêber Apo azad bikin û panel bi berzkirina dirûşmeyên jin jiyan azadî bi dawî bû.