Kanala ROJAVA TV

JINÊN REQAYÊ BANGA BIDAWÎKIRINA TUNDIYÊ KIRIN

25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê ye, ku ji aliyê NY ve hatiye destnîşankirin.

weke her sal jin bi cesaret û vîneke xurt 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin û ji bo rêgirtina li hember tuniyê têdikoşin.

Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê helwest nîşan dan û gotin, li dijî tundiya li ser jinê ew ê têbkoşin û mafê her jinê biparêzin.

Rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kirin ku, li herêma bakur û rojhilatê sûriyê pirojeya rêber abdullah ocaalan ya demokratîk, jin azad dijîn û mafê xwe di hemû qadên jiyanê de bi dest xistiye.

li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê Tevger û rêxistinên jinan amadekariyên lidarxistina çalakî û kampanyayan dikin û bi dirûşma , Jin, Jiyan Azadî, li kolanan xebatên xwe didomînin