TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN JI BO AZADIYA RÊBER APO ŞAHIYEK LI DAR XIST
Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi dirûşma “Bi dengê hunerê em ê tecrîda Îmraliyê hilweşînin” şahiyek li dar xist.
di şahiyek de, Endam û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclisan beşdar bûn.
li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku huner di biserxistina şoreşan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, roleke mezin dilîze.
Piştre komên şehîd Zîlan, şehîd Barîn û şehîd Vejîn ên Tevgera Hîlala Zêrîn stran û koma şehîd Hêzil berhemên folklorî pêşkêşkirin.