Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO DERBARÊ BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK DE KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Sazî û rêxistinên parastina mafên mirov û koçberan, ji bo nîqaşkirina rewşa koçberan û binpêkirinên li herêmên dagirkirî îro komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Komxebat bi beşdariya nûnerên saziyên civaka sivîl, hiqûqnas û çalakvanên mafên mirovan hate lidarxistin.

Di komxebatê de binpêkirinên li herêmên dagirkirî, rewşa koçberan û azarên ku pê re rû bi rû dimînin, hatin nîqaşkirin.

Her wiha mijara darizandina dewleta Tirk û vegera birûmet ya koçberan jî hate nîqaşkirin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser bidawîkirina dagirkeriyê û vekirina dergehên sînorî hate kirin.