Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN MSD’Ê BI PANELEKÊ XURTKIRINA CIWANAN DI WARÊ SIYASÎ DE NÎQAŞ KIR

Meclisa Ciwanan a MSD’ê di çarçoveya xebatên xurtkirina ciwanan di aliyê siyasî de paneleke diyalogê li dar xist.

Ciwanên MSD’ê diyaloga xwe li hola civînan a MSD’ê ya li bajarê Reqayê li dar xist.

nûnerên Meclisa Ciwanan a MSD’ê , tevgerên ciwanan,Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Suryanî, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Aştiyê beşdar bûn.

Di panelê de mijarên weke “Rêbazên xurtkirina nasnameya nîştimanî di nav ciwanan de” “xîtaba nîştimanî ya ciwanan” û “Rola ciwanan di xurtkirina siyaseta nîştimanî de” hat nîqaşkirin.

Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku, Divê ciwan bi awayekî aktîv di jiyana siyasî de beşdar bin.

Panela Meclisa Ciwanan a MSD’ê bi encamnameyekê bi dawî bû, ji xalên encamnameyê: avakirina nasnameya nîştimanî ya Sûriyê, pêşxistina ciwanan di siyasetê de û Bilindkirina asta zanabûna ciwanan.