5’EMÎN FESTÎVALA GIRÊ SPÎ YA ÇAND Û HUNERÊ LI DAR KET
5’emîn Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê bi dirûşma”Pirçandiya me rêya neteweya demokratîk vedihewîne” li dar ket.
Festîval ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a kantona Firatê û Komîteya Çandê ya Girê Spî ve Li nêzî kampa koçberên Girê Spî li dar ket.
Di festîvalê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa bajarê Girê Spî û Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de teqezî bi girîngiya parastina çand û kultûra gelên resen ên Sûriyê hat dayîn.
Paşê stran û berhemên çandî, kultûrî û folklorî ji aliyê komîte û navendên çandê yên Hesekê, Tebqa, Kobanê û Girê Spî ve hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya festîvalê de tîmên beşdar hatin xelatkirin.