JINÊN HERÊMÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ DI NAVA ÇALAKIYAN DE NE
Endamên Kongra strar ên bajarokê Şêranê yê bajarê Kobanê diyar kirin peymanên derbarê parastina mafên jinan de nayên cîbcîkirin.
Endaman gotin, divê tevahî jin bi rihê têkoşîna 25’ê mijdarê li ber xwe bide.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan her wiha ji bo şermezarkirina tundiya ku dibe sedema reşkirina jiyana gelek jinan di nava çalakiyan de ne.
Endamên Kongra strar ên bajarokê Şêranê yên bajarê Kobanê diyar kirin ku li seranserî cîhanê jin rojane rastî tundiyê tên û peymanên derbarê parastina mafên jinan de nayên cîbcîkirin.
Endamên Kongra Star ên Şêranê destnîşan kirin ku, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinê, divê tevahî jin bi rihê têkoşîna 25’ê mijdarê li ber xwe bide.
10’ê mijdarê Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî aşkere kir.
çalakiyên 25ˈê Mijdarê bi dirûşma”Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” tên lidarxistin.