Kanala ROJAVA TV

NAVENDA ZAROKÊN NEXWEŞIYA ŞEKIR A REQAYÊ ŞAHIYEK JI ZAROKAN RE LI DAR XIST

Bi boneya Roja Cîhanî ya piştgiriya bi nexweşên şekir re, Navenda Zarokên Nexweşiya Şekir a Reqayê ji bo zarokên vê nexweşiyê , şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de malbatên zarokên nexweşên şekir û endamên tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê amade bûn.

Di şahiyê de stran û çalakiyên hunerî ji aliyê Navenda Hîlala Zêrîn a Reqayê ve hatin pêşkêşkirin û zarokan kêfxweşiya xwe nîşan dan.

her sal di 14ê Mijdarê de, hevdemî Roja Cîhanî ya piştgiriya bi nexweşên şekir re, şahî têne lidarxistin .