MECLISA ZANÎNGEHÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HAT AVAKIRIN
Meclîsa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.
hevserokê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl El-Elî ji ROJAVA TV re diyar kir ku li şûna koordînasyona zanîngehan desteya îdarî ya zanîngehan, hatiye guhertin.
Li gorî xala 98ˈmîn a Hevpeymana Civakî ya rêveberiya xweser ku di dawiya sala borî de hatibû erêkirin, Meclîsa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.
Meclis parçeyek bingehîn ji Meclisa Perwerdeyê ye û weke platformeke girîng ku tê de akademîsyen û rêveberên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom dibin.
Ji bo bêtir agahîyan, Rojava TV bi hevserokê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl El-Elî re hevpeyvînek pêk anî, û hin hûrgilî derbarê Meclisa Zanîngehê de wergirtin.