XELKÊN HELEBÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN
Bi sedan xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşeke girseyî lidarxistin.
Meş bi pêşengtiya Insiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber APO ji qada 8’ê azadrê dest pê kir.
Meşvan bi berizkirina dirûşmên”Bê Serok Jiyan nabe” Bijî Berxwedana Îmraliyê” ber bi taxa Şerqiyê ve bi rê ketin.
Li wir meş veguherî mîtîngê û tê de axaftin li ser navê Insiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber APO hat kirin.
hat diyarkirin ku, Rêber APO bi raman û felsefeya xwe nasname û hebûna gelên bindest parast. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew ê her dem di nava kar de bin.
Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.