Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA BAJAROKÊ ŞÊRANÊ XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE

Şaredariya Bajarokê Şêranê bi hatina werza zivistanê re projeyên xizmetê li dar dixe.

Hevseroka şaredariya Bajarokê Şêranê Helîma Ehmed da zanîn ku, projeya wan a kanalîsazyonê xizmeta nêzî 50 malî dike.

Şaredariya Bajarokê Şêranê yê bajarê kobanê bi hatina werza zivistanê re amedakariya pêkanîna projeyên xizmetê dike.

Şaredariyê di nava xebatên xwe de sê torên sereke yên kanalîsazyonê li sê taxên bajarok taxa şehîd seyîd Ehmed, şehîd Serxwebûn û taxa şehîd Dilovan danî.

Têkildarî xebatên şaredariya şêranê hevseroka şaredariya Bajarokê Şêranê Helîma Ehmed da zanîn ku, projeya wan a kanalîsazyonê xizmeta nêzî 50 malî dike.

Her wiha Helîma Ehmed diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ew nikarin projeyên xizmetê di demên wan de cîbcî bikin.

Şaredariya bajarokê Şêranê ya bajarê kobanê di sala 2024 an de dest bi xebatên sererastkirina torên kanalîsazyonê kir bû. Lê ber êrîşên domdar ên dewleta tirk a dagirker gelek caran proje dihat rawestandin.