ENDAMÊN KONGRA STAR BANGA BIDAWÎKIRINA TUNDIYÊ KIRIN
Endamên Koordînasyona Kongra Star yên şehbayê, têkildarî tundiya li ser jinan de gotin, tundiya li dijî jinê dewam dike û dan zanîn ku li herêmên dagirkirî yên sûriyê sûcên hovane li ser jinê hene.
her wiha bang li hemû jinan kirin ku li hemberî tundiyê serî netewînin û ji bo azadî û hebûna xwe li ber xwe bibin.
25’ê Mijdarê Roja cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ji aliyê NY ve hatiye destnîşankirin, lê heta îro jî li seranserî cîhanê di serî de li rojhilata navîn dengê jinan tê tepisandin.
îroj li herêmên sûriyê yên dagirkirî, efrîn, serêkaniyê û girê spî hemû cûreyên tundiyê û sûcên der exlaqî li dijî jinan tê kirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Henîfa Reşîd têkldarî tundiya li ser jinan got, tundî li dijî jinê dewam dike û da zanîn ku li herêmên dagirkirî yên sûriyê sûcên hovane li dijî jinê tê kirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba , Hêvîn Mihemed jî bang li hemû jinan kir ku li hemberî tundiyê serî netewînin û ji bo azadî û hebûna xwe li ber xwe bibin.
Jinên li herêma bakur û rojhilatê sûriyê piştî demên dûdirêj ji tundî û qirkirnê, îroj bi saya pirojeya rêveberiya xweser a ku xwe dispêre paradîgmaya rêber abdullah ocalan azad dijîn û di hemû qadên jiyanê de mafê xwe bi dest xistiye.