Kanala ROJAVA TV

SÛC Û BINPÊKIRIN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ YÊN SÛRIYÊ DIDOMIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên şer li herêmên dagirkirî yên sûriyê bi taybet, efrîn, serê kaniyê û girê spî didomîne.

ji dema dagirkirina wan herêman ve sûcên xwe li ber çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî pêktîne û rojan e sûcên kuştin, tecawizkirin, koçberkirn û guhertinên demografîk dike.

têkldarê mijarê, Hevserokê Meclîsa cîbicîkar a kantona firatê Ferhan Hec Îsa, destnîşan kir ku, dagirkeriya tirk ji bo berjewendiyên xwe sûcên şer dike û dagirkirina xaka sûriyê sûcekî herî mezin e.

ferhan hec îsa diyar kir ku, tişta herî xetrnak ku îroj dagirkerî mal û milkan talan dike û demografiya herêmê diguher e.

zihniyeta dagirkeriya tirk tenê dagirkirinê sînordar nema ye, dagirkerî îroj li herêmên dagirkirî dibistan veguherandine navendên perwerdeyê yên çeteyên daişê jî.