BANGÊN JI BO PÊKANÎNA AZADIYA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN
Endamên partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê ya kobanê pergala qirkirin û êşkenceyê ya li dijî Rêber APO şermezar kirin û gotin kilîta çareseriya pisgirêkên Rojhilata Navîn di destê Rêber APO de ye.
her wiha Endamên PYD’ê bang li rêxistinên hiquqî û mafên mirovan kirin ku ji bo şikandina pergala êşkenceyê, rêbikoşin.
Ev 26 sal in Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dîl hatiye girtin.
Ji 25`ê adara 2021`an ve, dewleta Tirk a dagirker têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi derve re qut kiriye û hevdîtinên bi malbat û parêzerên re qedexe dike.
Armanca dewleta tirk a dagirker ji girankirina pergala êşkenceyê şkandina îradeya rêbertî û gelê kurd e.
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk ya kobanê pergala êşkenceyê ya li dijî rêber APO şermezar kirin û gotin kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Rêbertî de ye.
Her wiha Endamên PYD’ê yên Kobanê bang li rêxistinên hiquqî û yên mafên mirovan kirin ku tevlî gelê kurd bibin û ji bo şikandina pergala êşkenceyê kar bikin.
Piştî 4 salan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtin bi rêbertî re pêkanî. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd didome.
lê Piştî pêkanîna hevdîtinê, careke din dewleta Tirk a dagirker qedexeya hevdîtinê li dijî Rêber APO ferz kir.