LI REQAYÊ JI BO NÎQAŞKIRINA SEDEMÊN TUNDIYÊ SEMÎNEREK HAT LIDARXISTIN
Koordînasyona hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, îro li kantona Reqayê semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdariya nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, tevgera jin, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.
Di semînerê de sedemên bikaranîna tuddiyê û çawaniya rêlibergirtina wê hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, ji bo avakirina civakeke wekhev û polîtîk divê, paradîgmaya neteweya Demokratîk were pêkanîn.
Di semînerê de tekezî li ser parastina mafên jinan û jinavbirina tundiyê hate kirin.
Piştre beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin û semîner bi dawî bû.