LI QAMIŞLO BIRYARA DARVEKIRINA WERÎŞE MURADÎ HATE ŞERMEZARKIRIN
Kongra Star li bajarê Qamişlo bi xwepêşandanekê biryara darvekirina Werîşe Muradî şermezar kir û banga mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê kir.
Her wiha diyar kir ku, armanca rejîma Îranê têkbirina vîna jinên azadîxwaz e.
Xelkên kantona Cizîrê li dijî biryara darvekirina çalakvana Kurd Werîşe Muradî ji aliyê rejîna Îranê ve daketin qadan.
Xwepêşandanê bi berzkirina dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî li pêşiya çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û heta çerxerêya Dara Jiyanê dewam kir.
Li wê derê axaftin li ser navê Kongra Star hate kirin û pergala rejîma Îranê ya darvekirina sîstematîk bi tundî hate protestokirin.Beşdarên xwepêşandanê berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kirin û piştrast kirin ku, ew ê bi sekna xwe ya topyekûn planên rejîmên faşîst birizînin.
Di dawiyê de xwepêşandêran bi berzkirina dirûşmeyên ku pesna serhildana jinan didin, werîsê darvekirina jinên pêşeng sotin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê kirin.