REWŞENBÎRÊN MINBIC DIYARDEYÊN CIVAKÎ NÎQAŞ KIRIN
CUMA HEYDER – ENDAMÊ YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN A MINBIC
Yekîtiya rewşenbîran a kantona minbic derbarê diyardeyên civakî û çawaniya çareseriya van diyardeyan, semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdariya hejmareke rewşenbîrên minbic û nûnerên saziyên rêveberiya xweser li navenda yekîtiya rewşenbîrên minbic hate lidarxistin.
Di semînerê de diyardeyên civakî, sedemên belavbûna wan û çawaniya rêgirtina li ber wan diyardeyan hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de beşdaran pêşinyarên xwe yên ji bo çareseriyê nîqaşkirin.
Semînera diyardeyên civakî di çarçoveya çalakiyên çyekîtiya rewşenbîran a çarşema rewşenbîrî de, hate lidarxistin.