TEV- ÇAND’Ê ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA SÎNEMEYA AMÛDÊ BI BÎR ANÎN
Şewata Sînemaya Amûdê yek ji birînên bi êş ên dîroka Kurdan ye.
Bi boneya derbasbûna 64 salan li ser vê bûyerê, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezpotamyayê û Rêveberiya Çandê ji bo şehîdên komkujiya sînemeyê, merasîmeke bîranînê li dar xist.
Weke vê rojê di sala 1960’î de, bajarê Amûdê rastî yek ji mezintrîn komkujiyên hovane hat, ku ew jî şewata Sînemaya Amûdê ya bi navê (Şehrezade) de bû.
Di encama vê komkujiyê de zêdetirî 280 zarok ku piraniya wan Kurd bûn, jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.
Bi vê boneyê, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezpotamyayê û Desteya Çandê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya sînemeyê, merasîmek li dar xist.
Şahidê bûyerê Mihemed Ebdiselam ji Rojava TV axivî û atmosferê wan kêliyan parve kirin.
Her wiha li ser navê Komîna Fîlm A Rojava Hişyar Mûrad axivî û destnîşan kir ku hikumeta sûriyê nedhêşt ku ev bûyer were bi bîranîn.
Heta roja me ya îro, sedemên bûyera şewatê ne diyar in, tevî ku hinek piştrast dikin ku destê rejîma Sûriyê di kuştina van zarokên bêguneh de heye.